“Xelata Demokrasî, Dostanî û Aştiyê” ya DTOyê wê bidin Emîne Şenyaşarê
Odeya Doktoran a Amedê(DTO) aşkere kiriye ku ‘Xelata Demokrasî, Dostanî û Aştiyê’ wê îsal bide Emîne Şenyaşara ku 360 roj in li dijî her cûre zext û midaxeleyan nobeta edaletê didomîne.