Wezareta Bazirganiyê doza girtina Anadolu Kulturê kiriye
Wezareta Bazirganiyê doza girtina saziya Anadolu Kulturê kiriye. Saziyê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem doz e ku ji ber ‘şîrketek xebatên xwe di bin navê komele an jî weqifê de û ne bi armanca qezenckirina pereyan dike’ hatiye vekirin.”