Li Bajarê Urmiyêya Rojhilatê erd hejiya ye û 235 kes birîndar bûne
Serê sibeha îro erdhejek li navçeya Xoya bajarê Urmiyêya Rojhilatê çêbûye û li gor axaftina Rêveberiya Kontrola Krîzan a Bajarê Urmiyê, nêzîkî 235 kes birîndar bûne. Her weha erdhej li bajarên Wan û Colemêrgê jî hatiye hîskirin.