RAPORA TOHADê
Tundkariya zayendî û ya bedenî li ser kêmendaman zêde dibe
Di 5 salên dawiyê de 391 bûyerên tundkariyê yên li hemberî kêmendaman di rojnameyan de belav bûn. Nîvê van bûyeran ji êrîşên zayendî pêk tên. Kesên ku êrîş pêk anîne yan ji malbatê ne, yan cîran û xizm yan jî erkdarê dewletê ne ku xizmetê didin kesên kêmendam.