CHP: Ji ber çi jina ku tirkî nizane, ji ber bersivên tirkî nedane ceza standiye?
Li Êlihê karmendekê TUIKê (Sazîya Îstatîstîkan ya Tirkan) çûye mala Tenzire Çetinê û pirsên tirkî jê kirine. Ji ber ku ew tirkî nizane bersiv nedaye. Karmendî ceza lê biriye, CHPyê li meclîsê pirsî ka çima ceza hatiye dayin.