Li Enqereyê midaxeleyî çalakiya xwendekarên bêwargeh kirine: 9 kes hatine desteserkirin
Çalakiyên “Cih tune ku em lê bihewin” (Barınamıyoruz) ku xwendekarên zanîngehan ji bo zêdebûna kirêyên xaniyan û lêçûnên wargehan protesto bikin, dabûn destpêkirin belav dibe. Polîsan midaxeleyî çalakiya li Enqereyê kiriye û 9 xwendekar desteser kirine.