Kargeha “Wênegirîya Xweristê” wê li Mêrdînê were lidarxistin
Kargeha Wênegiriya Xweriste wê li Leylan Kafeya Mêrdîn pêk were. Kargeh li çar beşan pêk tê. “Bernameya kargehê, di çarçoveya wênegirîyê de, li ser wênegirîya xweristê û amrazên wê; li ser wênegirtina li xweristê ya bi awayê tele û macro; ji awirê wênegirîya xweristê ve li ser parêzgerîya xweristê û ranêzikîyên etîk disekine.”