Rewşa Sîsê Bîngolê
“Girtiya nexweş a 85 salî ji ber çi nayê tehliyekirin?”
Girtiya nexweş Sîsê Bîngol, di Girtîgeha Tarsûsê de girtî ye. Derbarê Bîngolê de 2 raporên bi nakok yên tendûristiyê hatine dayîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fatma Kûrtûlanê jî derbarê wan raporên de pêşniyazname pêşkêş kiriye û pirsiye, Sîsê Bîngol ji ber çi nehatiye tehliyekirin.