Li Sêrtê kan hilweşiya: 3 kedkar mirin, 13 jî di bin kavil de ne
Li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê kanayeke madenê ya sifirîn hilweşiya û di encamê de 3 kesên ku di bin kavil de man, jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku 13 kedkar jî di bin kavilde mane û ji bo derxistina wan hê jî xebar û lêgerîn didome.