Di hilbijartina Ermenistanê de partiya Sarkisyan bû yekemîn partî
Partiya Komarî ya Ermenistanê ya di bin serokatiya Serokomar Sarkisyan de di hilbijartina duh de sedî 49,21 deng wergirt û bû partiya yekemîn. Li welêt di sala 2018ê de piştî ku erka serokomar biqede wê sîstema parlamenter destpê bike.