Serhat Tûganê girtî ji bo xatir ji dêya xwe bixwaze, serî li Wezareta Dadê daye
Tûganî serî li Wezareta Dadê daye û xwestiye wî bişînin girtîgeha Colemergê ku diya wî li wir tê dermankirin. Tûganî diyar kiriye ku 27 sal in di girtîgehê de ye û dixwaze mafê xatirxwestinê yê bi dêya xwe re bidine wî.