Li DYAyê Sezgîn Baran Korkmaz derketiye pêşberî dadgehê
Sezgin Baran Korkmaz, xwediyê SBK Holdîngê ku Awusturyayê radestî DYAyê kiribû li eyaleta Ûtahê derketiye pêşberî dadgehê. Korkmaz bi tohmetên ku “pereyên reş spî kiriye” û “sextekarî kiriye” tê sûcdarkirin û ev li dadgehê ev sûcana qebûl nekiriye.