Di 3yemîn salvegera mirina wî de wê Yaşar Kemal bê yadkirin
Nivîskar Yaşar Kemal 24ê Sibatê, di 3yemîn salvegera mirina xwe de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a li navçeya Sariyerê bê yadkirin. Di çarçoveya bernameyê de wê stran bên gotin, pêşangehek bê vekirin û li ser jiyan û berhemên Yaşar Kemalî bê axavtin.