ERDHEJÊN MEREŞÊ
Salîha Aydenîz: Dewlet di bin xerabeyan de maye
Şandeya DBPê û HDPê li navçeya Bazarcixê lêkolîn pêkanîne û serdana gel kirine. Hevseroka DBPê Salîha Aydenîzê diyar kiriye ku welatiyan bi hewldanên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derdixin û gotiye: “Dewlet di bin xerabeyan de maye.”