Têkildarî kuştina rojnameger Gungor Arslanî hejmara kesên hatine girtin derketiye 7an
Gungor Arslan, rêvebirê karên nivîsan û xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê di ofîsa xwe de di encama êrişa çekdarî de hatibû kuştin. Têkildarî kuştina wî 5 kesên din hatine girtin. Hejmara kesên girtî derketiye 7an.