IHDya Amedê: Li herêmê di 10 mehan de 30 jin hatine qetilkirin
Komîsyona Jinan a Şaxa Amedê ya ÎHDê ragihandiye ku di encama tûndkariya mêran de li Amedê û bajarên derdora wê di nav 10 mehan de 30 jin hatine kuştin, 37 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin, 19 jinan jî xwe kuştine.