Dadgeha li Enqereyê biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de qebûl nekiriye
Dadgehê derbarê biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de qebûl nekiriye û gotiye “ev biryar ne biryara dawîn e”. Lê dadgeh wê ji Wezareta Dadê bipirse bê ka ev “biryar biryara dawîn e yan na”. Parêzer Demîrî got, “Biryara tehliyekirinê, misoger e”.