Hestiyên Ûzûnî di qutîkekê de dan malbata wî
Hestiyên kurê wî di nava qutîkekê de radestî Îbrahîm Ûzûnî kirin. Ûzûnî got: “Kurê min di sala 2020ê de giyanê xwe ji dest da. Wan rojan ez hatim Sêrtê û min xwîna xwe da. Di sala 2021ê de encam derketin lê me agahdar nekirin. Paşê me daxwaznameyek da.”