Axavtin û nivîsandinên girtiyan êdî wê bi fermî were tomarkirin
Bi guhertina qanûna bicihanîna cezayan ve axavtina bi telefonê û nivîsandinên kesên ku ji ber sûcên rêxistinî di girtîgehan de ne wê bê guhdarkirin û tomarkirin. Lêbelê nivîsên ku ji parêzer û saziyên fermî re bê şandin bi tenê parezer û ew saziyana wê bikaribin bibine.