EREN AYSAN, KEÇA BEHÇET AYSANÎ:
"Bîranîn li dijî çanda lîncê hişyariyeke"
Di 27emîn salvegera Komkujiya Sêwasê de destûra meşê nayê dayîn û wê tenê 100 kes bikaribin beşdar bibin. Eren Aysan, keça wêjevan Behçet Aysanê ku di qetlîamê de hatibû kuştin, got:“Li gorî nêrîna me bîranîn pir girîng in, ji ber ku ev li dijî çanda lîncê hişyariyeke.”