Li şûna Hevşaredarê Qaraçobanê kayûm tayîn kirine
Polîsan bi ser Şaredariya Qaraçobanê ya Erziromê de girtine û Halît Ûgun, Hevşaredarê Qaraçobanê desteser kirine. Piştî desteserkirina Ûgûnî, Îbrahîm Gultekîn, Qaymeqamê Qaraçobanê weke kayûm tayîn kirine.