Rojnamegerên li Wanê girtî ne wê 2yê Nîsanê werin dadgehkirin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê banga tevlêbûna dadgehkirina rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Salayê kirine. Rojnamegeran nûçeya avêtina ji helîkopterê ya du gundiyan weşandibûn û ji ber nûçeyê ew girtibûn.