Kevoka Bêdawî
Yekîtiya beden û ruh, yekbûna muzîk û bedenê, dûrketina ji tevayî sînoran bû ew. Li wir bû. Li ser dikê, li nêz her kesî/ê, li şeva Amedê. Lê dûr bû, dûr bû di pêlên deryaya dengê xwe yî bêdawî de. Dilek ji muzîkê bû ew kurdî û serkeftî. Periyek ji asîmanê welat hatî…Her tişt bubû bask, her tişt difiriya, her tişt dibû awaza kurdî, her tişt dibû bêdawîtiyek li ser kevirê keviran nexşandî...