Kereng û ba
Dê havîna paşîn bê û dewr dîsa bibe dewra kerengê. Ne çol bihêle ne beyar,ne gund bihêle ne bajar. Geroktî û seyahtî jî ew e êdî. Çimkî vê carê bayê dixapîne. Baharê keçika reben xapandibû û ew kiribû kujera bira. Berpayîzê jî bayê dixapîne, lê suwar dibe û dinyayê dike dinyaya xwe...