Girtiyekî bi penceşêrê ye niha jî bi Covid-19ê ketiye
Deniz Yildirim, Hevserokê berê yê HDPya Xozatê li girtîgehê bi koronavîrusê ketiye. Yildirim her weha bi penceşêrê ye. Birsen Dogan Yildirim, hevjîna Deniz Yildirimî bang kiriye û xwestiye ku ji bo rewşa Yildirimî hesas bin.