HDPyê giliyê Wezîr Soylûyî kiriye
Parlamenterên HDPyê ji ber tundkarî di dema çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê ya hefteya 700î de bi kar anîne giliyê polîsan û ji ber ferman daye polîsan jî giliyê Wezîr Soylûyî kirine. HDPiyan xwestiye ku polîs û Soylû ji ber sûcê “birîndarkirina bizanebûn” werin cezakirin.