Navenda Nûçeyan a BIAyê
Êrişî Bariş Atay, Parlamenterê TÎPê kirine
Bariş Atay, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê(TÎP) li Kadikoyê rastî êrişa kesên nasnameya wan nediyare hatiye. Atayê ku dermankirina wî temam bûye li pêş nexweşxaneyê daxuyanî daye û gotiye, “Ez niha baş im, tişteke cidî nîne. Emê roja sêşemê daxuyaniya çapemeniyê bidin”