PERVÎN ÇAKAR NIRXAND
Operaya winda: Sala 1920an li ser kurdan hatibû çêkirin
Sopranoya kurd Pervîn Çakar piştî hin hewldanên xwe, notaya operaya bi navê "Şeva kurdan" a Alexandre Tansmanî bi dest xistiye. Çakarê got ku li gorî lêkolînên wê kirine, yekem operaya li ser kurdan hatiye amadekirin a ku tê zanîn ev e.