Dê û bavên “Keça Kefîsor” hatin desteserkirin
Omer Karacagîl û Nûray Erçagan dê û bavên Ayşe Denîz Karacagîlê ya li Reqqayê di dema şerê li hemberî DAIŞê de çû ber dilovaniya xwe, bi sûcê “propagandeya rêxistina terorê” hatin desteserkirin û ew şandin edliyeyê. Karacagîl û Erçagan piştî îfadeyê hatin berdan.