Polîsan êrîş biriye ser “Nobeta Demokrasiyê” ya HDPyê
HDPyê “Nobeta Demokrasiyê” ya ku li dijî biryara qeyûman daye dest pêkirin, biryar girtiye ku li Stenbol û Îzmîrê jî pêk bê. Li Stenbolê polîsan êrîşî nobetê kiriye. Li Îzmîrê jî polîsan çalakgir dorpêç kirine.