Encama dengdana li PEyê: Muzakereyên bi Tirkiyeyê rawestînin
Dengdana derbarê pêşniyaza ji bo sekinandina muzakereyên navbera Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê (YE) de îro li Parlementoya Ewropayê hat kirin. Di encama dengdanê de pêşniyaz bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Ev encam wê ji bo biryara dawî ya YEyê re bibe pêşniyareke sereke.