Kurtefîlma nû ya Yakup Tekîntangaç ya bi navê “Morî” ji bo festîvala Oberhausenê hat hilbijartin
Kurtefîlma Yakup Tekintangaç a herî dawî ya bi navê “Morî” dê di 70emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Oberhausenê de promiyera xwe ya cîhanê bike. Festîval, di navbera 1-6ê Gulana 2024an de li bajarê Oberhausena Almanyayê bê lidarxistin.