"Sedema qedexekirina bernameya Çîrokên Xorasanê çi ye?"
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altinê, ji bo qedexekirina çalakiya "Çîrokên Xorasanê" ku ji aliyê MKMê ve hatibû lidarxistin, pirsname pêşkêş kiriye. Çalakî ji aliyê Qaymaqamiya Fatîhê ve hatibû qedexekirin.