Di sala 2022an de 83 girtî bi awayekî biguman mirine
TÎHV, ÎHD û TTBê daxuyaniyeke hevpar dane û destnîşankirine ku di sala 2022an de mirina 83 girtiyan biguman e. Her wiha di heman salê de li cihên fermî û nefermî yên desteserkirinan de 4 hezar û 275 kes rastî îşkence û miameleya xerab hatine.