Girtiyê ku tehliye bûye: Ne mimkun e ku mirovek xwe li wê bilindahiyê daliqîne
Girtiyê ku ji Girtîgeha Aydinê tehliye bûye, ji bo mirina bigûman a Yilmaz Ekinciyî gotiye: “Dema mirov dikevin hundir pêlava te jî ji te distînin, ne ku benê xwe pê daliqîne li wir bibîne. Benê eşofmonî jî derdixin û ji te distînin.”