Li DYAyê alîgirên Trumpî ji avahiya Kongreyê hatine derxistin
Li DYAyê pêvajoya pesendkirina pêvajoya hilbijartina Kongreyê, piştî biryara qedexeya derketina derve, careke din destpê kiriye. Alîgirên Trumpî avahiya Kongreyê dagir kiribûn û piştî bi saetan hêzên ewlehiyê kontrola avahiyê xistibûn dest.