Di her nexşeke merşan de çîrokek heye
Di her girêkeke merşê de ked û di her nexşekê de jî çîrokek heye. Li Şirnexê hêj jî li gelek malan jin çêkirina merşan didomînin. Derya Kabul jî yek jî wan jina ne ku 35 sal in merşan çêdike. Kabûlê diyar kiriye ku çend çêkirina merşan zehmet be ev qas jî xweş e.