Penabera bi navê F.A.S. rastî êrîşa cîranên xwe û heqareta polîsan hatiye
Penabera bi navê F.A.S.yê gotiye ku ew rastî êrişên laşî û cûdakariyê yên cîranên xwe hatiye û dema ji bo gilîkirinê çûye qereqolê li wir jî heqaret lê kirine. Penaberê ji bo êrişên bi vî rengî pêkneyên daxwaza piştgiriyê kiriye. İHDyê ragihandiye ku ew ê pêvajoyê bişopîne.