Parêzeriya Tamer Doganî ya di dozekê de, hatiye qedexekirin
4em Dadweriya Ceza û Silhê ya Enqereyê qedexe daniye ser Tamer Doganî ku parêzeriya sê muwekilên xwe bike. Du sal berê operasyon li ser parêzeran çêbûbû û di encamê de doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê ji ber vê dozê biryara qedexeyê derxistiye.