Lijneya Bilind a Hilbijartinan delîlên biryara xwe eşkere kiriye
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) eşkere kiriye ku delîlên betalkirina hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yek bi yek têrê nake ku hilbijartin pê bê betalkirin, lê belê dema li hemî delîlan bi hev re bê nêrîn divîya hilbijartin bihata betalkirin.