Li Festîvala Filman a Antalyayê peyva “Gerîla” hat sansurkirin
Di 54emîn Mihrîcana Filman a Antalyayê de dema filmê yekem ê pêşbirkê dihat nîşandan ji ber ku peyva “gerîla” di binnivîsê de derbas bû, temaşevanan bertek nîşan da. Film bêyî ku temam bibe hat qutkirin. Şîrketê daxuyanî da û got ku “xeteya teknîkî” derketiye.