"Kurdish Rap Night" ê li Stenbolê bê pêkanîn
Rapbêjên; Ronî Artîn, XEM, Reqso, Slogan, Kurdoo û Adar ê 12ê Hezîranê li bernameya "Kurdish Rap Night" stranên xwe yên bi şêweyê rapê yên kurdî bibêjin. Bername dê li MUAF Kadikoyê be, DJ Senkula dê di şevê de DJyîyê bike û Gernas Nenas ê pêşkêşkarê bernameyê be.