Polîsan êrişî daxuyaniya rojnamegeran kirine: Sê kes hatine desteserkirin
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê û Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê xwestine li Qada Ulusa Enqereyê ji bo 16 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn girtin, daxuyanî bidin. Polîsan êrişî daxuyaniyê kirine.