RAPORA IHDYA ÊLIHÊ
Li Êlihê di sala 2021an de 5 hezar û 19 bûyerên binpêkirinê qewimîn e
Şaxa IHDyê ya Êlihê Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ya sala 2021an aşkere kiriye. Li gorî raporê li tevahiya bajarê Êlihê di sala 2021an de 5 hezar û 19 bûyerên binpêkirinê qewimîn e. Ev jî tê wê wateyê her roj 14 bûyerên binpêkirinê qewimîn e. Îşkence li 35 kesan hatiye kirin. 474 kes hatine desteserkirin.