HILBIJARTINÊN SEROKATİYA KOLOMBIYAYÊ
Gûstavo Petro, namzetê çepgiran li pêşe
Yekem tûra hijbijartinên Serokatiya Kolombiyayê bi encam bûye. Gûstavo Petro, namzetê “Girêbesta Dîrokî” yê tifaqa çep bi wergirtina 8 mîlyon dengan hinekî din nêzîk bûye ku bibe yekem serokê çepgir yê wî welatî. Di 19ê Hezîranê de di tûra duyem ya hilbijartinê de Petro dê bi Rodolfo Hernandez, namzetê “Tevgera Waliyan” re bikeve pêşbaziyê.