Li Amedê Şeva Helbest û Stranên Kirmanckî hat lidarxistin
Di 17ê Kanûna Pêşiyê de, di bin banê koma Morceleyê Kirmanckî de li Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê “Şeva Helbest û Stranên Kirmanckî” pêk hat. Di şevê de Stranbêj Xoser û Eylul Nazlier stranên xwe gotin û her weha helbestvan Omer Barasiyî jî helbest xwendin.