Rojnameger Dîndar Karataşî beraet kiriye
Danişîna doza Dîndar Karataş, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê li 3êm Dadgeha Cezayê Giran a Erzîromê pêk hatiye. Dadgehê biryara beraetê ji bo Karataşî daye. Axavtinên li ser telefonê û nûçeyên ku Karataşî çêkerine weke sedem hatibû nişandan ku di “endamtiya rêxistinê” de were tohmetbarkirin.