Doza JÎTEMa Cizîrê: Dadgeha Bilind biryara beraeta 8 bersûcan pesend kiriye
Daîreya Cezayan a Yekem a Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya derbarê doza JÎTEMa Cizîrê de pesend kiriye. Li gorî vê encamê, biryara beraetê ya 8 bersûcan pesend bûye. Cemal Temîzozê Fermandarê Cendermeyan ê Cizîrê yê wê demê jî yek ji wan kesan e.