Meclîsa Jinan a HDPê li Agiriyê serdana jinên koçer kiriye
Meclîsa Jinan a HDPê di çarçoveya kampanyaya "Ji xizaniya jinan re na" îro çûne zozanên navçeya Avkevirê ya Agiriyê û serdana jinên koçer kirine û piştre çûne Gundê Zîroya Agiriyê. Jinan diyar kirine ku ji ber HESa li gundê wan tê çêkirin hilweşandina ekolojîk pêk tê.