Xwekuştin an fîncan
Sartre dibêje; “Niha dikarim xwe bikujim jî, dikarim fîncanek qehwe jî vexwim.” Û dixwaze bi vê mînakê rewşa me ya serwer a ku dikare tercîhan bike bîne bîra me. Erê. Em her tim dikarin xwe bikujin jî, dikarin fîncanek qehwe jî vexwin. Yanî hem fîncana qehwê hem jî xwekuştin tim li ber me, li ber destê me ye. Belkî ev herdû ji bo me şer jî dikin, kî dizane!